Sêşem, 21 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 09:41

Tirkîye

Serokerkanê Berê yê Artêşa Tirkîyê tê Binçavkirin

Nexşeya TirkîyêNexşeya Tirkîyê
x
Nexşeya Tirkîyê
Nexşeya Tirkîyê
Mezinahîya nivîsê - +
Ajansa nûçeyan ya ser bi dewleta Tirk dibêje, serok erkan berê yê artêşê hatiye binçavkirin jibo lêpirsîna rola wî di roxandina hikûmetê Îsmalî di salên 90 de.

Ajansa Anadolu dibêje, polîsan Îsmaîl Hakki Karadayi Pêncşemê zû li mala wî ya Stenbolê girtin. Ew piştî wê biribûn paytexta welêt, Enqere, jibo lêpirsîna rola wî di mecbûrkirina Serokwezîrê berê Necmetîn Erbekan de ku li sala 1997’an dest ji kar berde.

Di meha Gulanê de şeş generalên xaneşîn bi xistina Erbekan hatibûn tawanbar kirin, di wan de rêberên berê yên hêzên ezmanî û erdî.

Generalê berê, Karadayî, yê 80 salî ji sala 1994’an ta 1998’an wekî serok erkanê artêşa Tirkîyê kar kiriye.
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--