Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hindistan Pênc Bergumanên Doza Destdirêjîya Seksî Dadiderizîne


Polîsên Hindistanê awayekî fermî pênc bergumanan tawanbar dikin, ewên ku meha borî dest avêtibûn keçeke 23 salî.

Di nav tawanên li dijî bergumanan de revandin, destdirêjîya seksî û kuştin cih digire. Desthilatdar dibêjin, ewê herwiha jibo cezayê mirinê jî bixebitin eger ev berguman hatin ceza kirin.

Jimara kesên ku êrîşî keçê kiribûn şeş bû, lê jiber ku yek ji wan kêmî 18 salî ye, anku li jêr temenê qanûnî ye, tê pêşbîn kirin ku ew bi şêweyekî cuda were darizandin.

Tê çaverê kirin ku hikûmet parêzeran jibo berevanîya van bergumanan destnîşan bike, piştî ku sendîkeya parêzerên Hindistanê red kir ku bi karê berevanîya wan rabe.

Hêjayî gotinê ye, keça qurbanî ya 23 Şemîya borî jiber birînên xwe li nexweşnayekê li Sîngaporê mir, cihê ku lê dihate derman kirin.
XS
SM
MD
LG