Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sunnîyên Îraqê Liser Xwenîşandanan Berdewamin


Bi hizaran Sunnîyên Îraqê roja Înî liser xwenîşandan berdewam bûn li Feluce, Tikrît, Ramadî û Mosil. Gelek li xwenîşanderan daxwaz ji hikûmeta Serok Wezîrê Şîa Nourî al-Malîkî kir ku girtîyên Sunnî ji Zindanan berde.
Li Bexdad jî roja Înî xwenîşandan hatin kirin, ku li wêrê melayê tundrê yê Şîa Moqtada al-Sadr piştevanîya xwe bo daxwanzên wan diyar kir.
Letîf Mostefa Amîn, endamê Kurd li Perlemanê Îraqê ji lîsta Gorran gote Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, nerazîbûna rêzdar Malîkî ku “rêbazên xwe yên newekheviyê” biguhere, renge bibne egera dabeşbûna Îraqê.
XS
SM
MD
LG