Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Îran Du Gemîyên Erebistana Saudî Kontrol Dike


Ajansa nûçeyan ya ser bi Îranê ragihand ku hêza parastina deryayî ya Îranî du gemîyên Erebistana Saudî kontrol kir piştî derbasî ava Îranê bûn.

Li gorî ajansa Fars, komandarê hêza parastina deryayî li bajarê Buşehir dibêje ku 10 kes ligel du gemîyên masîgirtinê yên Saudî hatin girtin û tevaya wan Hindistanî bûn.

Li heftîya bihurî jî, Erebistana Saudî 21 Îranî li nav du gemîyên masîgirtinê girtin.

Têkelîyên navbera Erebistana Saudî ya Sunnî û Îran a Şîe pir aloz in.
XS
SM
MD
LG