Pêncşem, 23 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 21:50

Îraq

Hikûmeta Îraqê bi Sedan Girtîyan Azad Dike

x
Mezinahîya nivîsê - +
Karbidestên Îraqê dibêjin ku hikûmeta Îraqê roja Duşemê proseya azadkirina bi sedan girtîyan destpê kir.
 
Berdana girtîyan yek e ji daxwazên xwepêşanderên Sunnî. 

Jibo demê sê heftîyan e ku Sunnîyên Îraqê xwepêşandanê dikin li dijî helwêsta ne rewa ya hikûmeta Îraqê ya bi rêberatîya Şîeyanhemberî Sunnîyan, li gorî gotinên wan.
 
Hejmareka girîtyên ku roja Duşemê hatine berdan, xelkê parêzgehên piranî Sunnî bûn.

Cîgirê seorkwezîrê Îraqê Husên Şehristanî, di merasîmekê de li zîndana Bexdayê, berdana girtîyan ragihand.

Şehristanî got ku li heftîya bihurî 335 girtî hatin azadkirin.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--