Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

“Esed Xwe Bo Hilbijartina Serokatîya 2014’ê Amade Dike”


Çalakvanên Sûrî dibêjin, leşker û serhildayên Sûrîyê roja Sêşemê şerekî giran li derdora Şama paytext pêk anîn, li dema ku hikûmet êrîşên asmanî birin ser deverên din û bi dehan kes li wir kuştin.

Ev tundûtûjî tê rojekê piştî ku cîgirê serokwezîrê Sûrîyê got, Serok Beşar Esed berî hilbijartinên serokatîyê ji desthilatê danakeve.

Hilbijartinên serokatîya Sûrîyê di nîvê sala 2014’an pêk tên. Feysel Miqdad got, dê Esed xwe careke din jibo posta serokatîyê amade bike. Ev yek nîşan e ku rêkeftineke sîyasî peyda nabe.

Gotina cîgirê serokwezîrê Sûrîyê li dijî plana pêşniyarkirî ya nûnerê navneteweyî Lexder Brahîmî ye.

Nûnerê Komkara Ereb û Neteweyên Yekbûyî di plana xwe de dibêje, jibo rawestandina şer û tundûtûjîyê, divê hemû desthilat li Sûrîyê were guhertin da ku hikûmeteke demkî were ava kirin û paşê hilbijartin di dema xwe de werin kirin.
XS
SM
MD
LG