Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Teqînan, 29 Kes li Seranserî Îraqê Hatin Kuştin


Ofîsa KDP li Kerkûkê
Ofîsa KDP li Kerkûkê
Îro, Çarşemê, li çend bajêrên Îraqê ji wan Bexdaya paytext û Kirkûk û Mûsil, di encama jimareke teqînan de bi kêmî 29 kes hatin kuştin.

Di êrîşeke xwkuj de, bi kêmî 15 kes hatin kuştin û pirtir ji 100 kesên din birîndar bûn, dema ku otombîlek ku pir ji keresteyên teqandinê li derveyî ofîsên Partîya Demokrata Kurdistanê li Kirkûkê hat peqandin.

Di teqîneke din de li derveyî ofîsa Yekîtîya Nîştîmanî li Tûz Xurmato 3 kes hatin kuştin. Li Bexda, li bi kêmî sê hêrişên cuda, 6 kes hation kuştin. Li Baijî, Hewîce û Tikrît 3 kes hatin kuştin û 7 kesên din birîndar bûn.
XS
SM
MD
LG