Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hezaran Kes Beşdarî Cenazeya Sê Jinên Kurd Dibin


Diyarbekir- Îro Pêncşemê bi deh hezaran kes li bajarê Dîyarbekirê kom bûn da ku beşdarî merasîmên veşartina sê çalakvanên jin yên Kurd bibin ku berî hefteyekê li Parîsê hatibûn kuştin.

Di merasîmê de gelek gotarên sersaxîyê hatin pêşkêş kirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk axaftinek pêşkêş kir û têde got ku "gelê Kurd hergav destê xwe dirêjî prosesa aştîyê kiriye." Ji bilî birêz Turk, gelek siyasetmedarên din jî wekî parlemantera Partiya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Aysel Tugluk, gotar pêşkêş kirin.

Malbatên hersê kuştîyan jî axaftinên sersaxîyê pêşkêşî xelkên kombûyî kirin.

Jibo guhdarîkirina vê raportê bi dengê nûçegihana me li Dîyarbekirê Xecîcan Farqîn, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin. Herweha digel vê raportê jimarek wêne ji merasîmên veşartinê şandî ne ku di vê lînkê da ne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:53 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG