Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Panetta: Amerîka dê Alîkarîya Welatên Afrîka jibo Şerê el Qayîde Bike


港人悼念六四事件的維園燭光集會持續25年
港人悼念六四事件的維園燭光集會持續25年
Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Leon Panetta dibêje ku Amerîka dê her ligel Cezayîr û welatên din yên Afrîkî di şerê li dijî terorîstan de kar bike. Wezîrê Amerîkî ev axaftin li Londonê kir, piştî ku hêzên Cezayîrî êrîşeke duwem birin ser çekdarên ku çend kes li navendeke gaza xwezayî dîl kirine. Di encama êrîşê de kuştinên nû derketin holê. Nûçegihanê Dengê Amerîka Al Pessin ev rapor ji London Şandiye.

Dema ku birêz Panetta û hevtayê xwe yê Brîtanî Philip Hammond Şemîyê piştî nîvro ligel rojnamevanan daxivî, zanînên ku ji Cezayîrê dihatin ne zelal bûn. Lê Panetta got ku rêya herî baş jibo şerê grupên el Qayîde wek ya li Cezayîr, ew e ku alîkarîya hikûmetên xwecihî bikin jibo ku kontrola xwe li ser herêmên xwe bihêztir bikin.

Wezîrê Berevanîya Brîtanî Philip Hammond mikur hat ku welatên rojavayî ne bi temanî kêfxweş in bi vê biryara hikûmeta Cezayîrê jibo êrîşbirina ser devera ku dîl têde hatine girtin, ku di encamê de çend dîl hatin kuştin. Lê wî pesnê pêgirtina hikûmeta Cezayîrê jibo şerê li dijî terorê da.

Jibo guhdarîkirina vê raportê bi dengê Sîrwan Qiçço, ji kerema lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG