Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merasîma Sûndxwarina Obama li Washington Birêve Diçe


Serok Obama di merasîmeke taybet de li Seraya Sipî sûnda serokatî xwar.
Serok Obama di merasîmeke taybet de li Seraya Sipî sûnda serokatî xwar.

Serok Barack Obama roja Duşemê di merasîmeke cemawerî de li Washington bi fermî gera duwema serokatîyê destpê dike.

Karbidest pêşbînî dikin ku 800 hezar kes beşdarî merasîmea Duşemê bibin.

Serok Obama roja Yekşemê di merasîmeke taybet de li Seraya Sipî sûnda serokatî xwar.

Li gorî destûrê Amerîkî, gera duwem ya serokatîya Obama demjimêr 12 piştî nîvro li 20'ê meha yekê destpê dike, lê belê jiber ku roja 20'ê meha yek roja Yekşem e û roja bînvedanê ye, merasîma cemawerî roja Duşemê pêk tê.
Jimarek wêne ji dewrûberên Kongesa Amerîkî, cihê Sûndxwarina Serok Obama. Bo dîtina wêneyan, ji kerma xwe li vir klîk bike.

XS
SM
MD
LG