Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Sûrî Damezrandina Hikûmeta Demikî Paşve Dixîne


Hin endamên opozisyona Sûrî
Hin endamên opozisyona Sûrî
Opozisyona Sûrî damezrandina hikûmeteke veguhêz paşve xist.

Piştî kombûnekê li Stenbolê, rêberên opozisyonê roja Duşemê ragihandin ku wan komîteyeke ji pênc kesan pêk tê, damezrandiye, da ku şêwrê ligel hêzên opozisyonê, Artêşa Sûrî ya Azad û welatên dostên gelê Sûrîyê bikin berî ku bernivîsên avakirina hikûmeteke demikî destpê bikin.

Hemahengîya Niştimanî ya Sûrî ku meha 11’ê ji sala borî hatiye damezrandin û ji alyê bêtirî 110 welatan ve wekî nûnera rewa ya gelê Sûrîyê hatiye pênasîn kirin. Hemahengî banga Serok Beşar Esed dike ku ji desthilatê derkeve.

Şer li Sûrîyê berdewam dike li dema ku serhilda hewil didin desthilata Esed ya 12 salî bi dawî bikin, û hêzên hikûmetê şerê wan kesan dikin, ewên ku ji alîyê hikûmetê ve wekî “terorîst” têne nasîn.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan ku bingeha wê li Brîtanya ye got ku 70 kes di şerê roja Duşemê de hatin kuştin.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, ji dema ku nakokîyê di Adara 2011’an de destpê kiriye, bi kêmanî 60 hezar kes hatine kuştin.
XS
SM
MD
LG