Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkî Rojbûna Martin Luther King Pîroz Dikin


Îro Duşemê hemwelatîyên pîrozbahîya rojbûna rêberê tevgera mafên sivîl Martin Luther King Jr dikin.

King keşeyekî Baptist bû ku jibo wekhevîyê û li dijî nijadperestîyê di salên 50 û 60 de li Amerîka xebat dikir, bi taybetî li wîlayetên başûrî yên Amerîka, cihê ku reşikên Amerîka rastî newekhevîyê di nav civakê de dihatin û her gav dibûn armanca tundûtûjîyê.

Martin Luther King di sala 1968an de di temenê 39 salî de hate teror kirin. Li Washington peykerek jibo bîranîna wê hatiye çê kirin.

Dr. King bi nav û deng bûbû piştî protestoyeke serkeftî li dijî cudakirina li nav otobusan li wîlayeta Alabama birêve bûbû. Li jêr wê sîstemê, ji reşên Amerîka dihate xwestin ku li dawîya otobusan rûnin, û eger otobus tijî bû, divê wan cihê xwe dabana kesên spî.

Di sala 1964an de qanûnek hate derxist ku têde cudakirina nijadî qedexe tê dîtin. Di heman salê de Dr. Martin Luther King Jr. Xelata Nobel ya Aştîyê wergirtibû.
XS
SM
MD
LG