Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Selahattîn Alî Arik:Divê Kurdên Sûrîyê Helwesta Aktorên Deverê Baş Bipîvin


Selahettin Ali Arik
Selahettin Ali Arik
Di demekê de ku şerê navxweyî li Sûrîyê berdewame, tundûtûjî gihîşte nav bajarên Kurdên Sûrîyê ku ev demeke hêzên opozisyonê yên îslamîyên tundrê êrîşê dibin ser bajarên Kurdan, wekî Serê kanîyê.

Nivîskarê Lêkoler Selahattîn Alî Arik li ser têkoşîn û rewşa Kurdên Sûrîyê ya nuha ji Dengê Amerîka re dibêje, jiber ku Kurd êdî di siyasetê de pêşve çûne wê ji heqê vê pêvajoyê derkevin ku lazim e jibo serkeftinê helwesta aktorên Rojhilata Navîn jî baş bipîvin.

Nivîskar Arik, destnîşan dike, her ku rewşa niha jibo Kurdên Sûrîyê sûdewar xuya bike jî mirov nikare bêje wê çi encamê bide.

Birêz Arık, bilêv dike, her ku gelek partî û rêxistinên cuda yên Kurdên Sûrîyê hebin jî divê beramberê hêzên derve bi yekhelwestî tevbigerin ku guhdana helwesta Amerîka jî jibo wan gelekî girîng e.

Jibo guhdarîkirin vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:48 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG