Pêncşem, 21 Meha Heşt, 2014 Demê Xwecihî 04:14

Amerîka

Obama Sûnd Xwar

Obama li dema sûndxwarinêObama li dema sûndxwarinê
x
Obama li dema sûndxwarinê
Obama li dema sûndxwarinê
Serokê Amerîka Barack Obama bi fermî dest bi gera xwe ya duwem wekî serok kir, piştî ku li pêş Amerîkîyan sûnda serokatîyê xwar.

Bi amadebûna nêzîkî 800 hezar kesî roja Duşemê li pêş Kongresa Amerîkî, birêz Obama sûnd li ber mezine dadwerê Amerîka John Roberts xwar. Serok Obama soz da ku heta jê were ewê destûra Amerîkî biparêze.

Serok herwiha got ku her dema Amerîkî rêwresmên sûndxwarinê dibînin, careke din em hêza destûra vî welatî destnîşan dikin. Serokê Amerîkî di dirêjahîya gotara xwe ya sûndxwarinê herwisa tekez kir ku soza demokrasîyê berdewam bike.

Piştî sûndxwarinê, Serok Obama û xanima yekê, Michelle, berê xwe dide nav avahîya Kongresê  da ku li wir ligel rêberên Kongresê xwarinekê bixwin. Piştî wê yekê, dê bi meşeke merasîmî vegerin Koçika Spî.

Her li dema sûndxwarinê, Cîgirê Serok Joe Biden jî sûnda posta xwe xwar.
Jimarek wêne ji dewrûberên Kongesa Amerîkî, cihê Sûndxwarina Serok Obama.  Bo dîtina wêneyan, ji kerma xwe li vir klîk bike.
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd Connection #119i
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
19.08.2014 14:27