Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Parlemana Îsraîlê Sêşemê Pêk Tên


Serokwezîr Netanyahu dengê xwe dide
Serokwezîr Netanyahu dengê xwe dide
Hemwelatîyên Îsraîlî îro Sêşemê di hilbijartinên parlemanî de dengdanê dikin ku tê çaverê kirin serkeftineke nû bide Serokwezîrê nuha Benjamin Netanyahu.

Rawergirtin dengdanê nîşan didin ku hevpeymanîya partîya Likud ya birêz Netanyahu û partîya welatparêz Yisrael Beintenu piranîya kursîyan bidest dixin.

Herwiha tê çaverê kirin, partîya Karkeran ya naverast û partîya Mala Cihûyan ya rastgir li paş dimînin.

Pêdivîya birêz Netanyahu bi hevpeymanîyekê heye da ku kontrola xwe li ser parlemana 120 kursî vegerîne, ku tucarî partîyekê bi serê xwe piranî hilnegirtîye.

Hikûmeta were rastî gelek zehmetîyan tê, wekî siyaseta hember Filestînîyan, sistbûna aborîya welêt û metirsîya egera çekên navokî yên Îranê.
XS
SM
MD
LG