Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Neftê yê Îraqê: Gerek ExxonMobile Biryara Xwe Bide


Abdulkerîm El Lûeybî.
Abdulkerîm El Lûeybî.
Hikûmeta Îraqê kompanya ExxonMobile ya Amerîkî agahdar kirîye ku gerek biryara xwe bide, yan başûra Îraqê yan Herêma Kurdistanê hilbijêre, li gorî wezîrê neftê Îraqê.

Abdulkerîm El Lûeybî roja Yekşemê li Bexdayê got, li kombûna herî dawî me gote karbidestên ExxonMobile yan li başûra Îraqê yan li Herêma Kurdistan kar bikin û got ku nabe di deham dem de li başûr û herêmê kar bikin.

Li heftîya bihurî, serokê kompanya ExxonMobile Rex Tillerson li Bexdayê ligel serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî kom bû û paşî li Ewropayê bi serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî re civîya.

ExxonMobile, ku mezintirîn kompanya ye li cîhanê, kontraktên neftê ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê girê dane.
XS
SM
MD
LG