Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Divê Îran û Rojava Karên Xwe yên Wekî Zarokan Rawestînin


Sergey Lavrov
Sergey Lavrov
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov roja Duşemê got ku pêwîst e Îran û Rojava karên xwe yên wekî zarokan rawestînin û li ser cihê birêveçûna danûstanên derbarê programa navokî ya Îranê lihev bikin ku biryar bû vê mehê pêk hatibana.

Wezîrê Derve yê Rûsya di konferanseke rojnamevanî de got ku navorokê danûstandinan gelekî girîngtir e li cihê birêveçûna danûstandin.

Li alîyekê din, Wezîrê Derve yê Îranê Elî Ekbar Salehî roja Duşemê rexne li Rojava girt jibo lihevnekirin li ser destnîşankirina cihê danûstandinan.

Îranê, Misir û Tirkiye wekî cihê danûstandinan pêşniyar kiribû. Lê belê Rojava daxwaz dike ev danûstandin li Kazaxistan, Swîsre an li Swêdê pêk werin.
XS
SM
MD
LG