Çarşem, 01 Meha Deh, 2014 Demê Xwecihî 10:34

Herêmên Kurdan

Babê Sîmonê Zanyarîyên Raporta KNN Red Diket

x
Pitire ji 20 rojan, revandina keçeka ne pêgihiştîya Êzdî ji komelgeha Şêxka ser bi Qeza Alqoş li parêzgeha Musilê ji alîyê xortekî Musilmanê xelkê Kelekçî ve bûye cihê ne rehetî di nav civakên Musilmam û Êzdîyan de li herêma Kurdistana Îraqê.
Kes û karên Sîmon Dawud Îsmaîl dibêjin, keça wan 11 salî ye û ji alîyê dukandarekî gerok bi navê Hesen Nesrullah ve hatîye revandin. Lê belê raporteka televizyona KNN wê xanimê nîşan didet dema dibêjit, ew 15 salî ye û bi heza xwe ligel xortî çûye û dixwazit bibit Musilman.
Jibo zanîna rastîyan Dengê Amerîka ligel babê Sîmonê, Dawud Îsmaîl û peyamnêrê KNN Emîr Goran, ku ew li heman dem peyamnêrê Dengê Amerîka ye li Mûsilê, axiftîye.
Dawud Îsmaîl dibêjit, zor li keça wî hatîye kirin heta bêjit ew 15 sale, û ew çi ji ola nizanit heta bibit Musilman.  Jibo guhdarîya hevpeyvîna faylê deng dagire:

Hevpeyvîn sebaret revandina kiçek Êzdî
Hevpeyvîn sebaret revandina kiçek Êzdî i
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
Rêkxistina şîroveyan
Di vê forumê de şîroveyan binivîse (1)
Şîrove
     
Nivîser: Kemal Poshtiban Ji: Canada London Ontario
29.01.2013 15:24
chi ew kiche 12 salan bet u chi 15 sal. disanish her mindale u kati shukirdini niye.min zor zor bo bashuri kurdistan bedaxewem ke hesta deay we hemo sale le 1992 taku hesta yasayeki modern u peshkewtuy bo parastini minalan le xapandin u tecawiz u be shudani mindalan niye.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd Connection #125i
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
27.09.2014 20:23