Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Peymana Xwe ligel Amerîka Betal Dike


Di dawîtirîn nîşan cudabirîyê navbera Rûsya û Amerîka, hikûmeta Rûsî ragihand ku ewê peymaneke xwe ligel Amerîka jibo kontrolkirina dermanên neqanûnî betal dike.

Fermana ku ji alîyê Serokwezîr Dmitry Medvedev ve hatîye îmze kirin roja Çarşemê li ser malpera hikûmeta Rûsî hate dîtin.

Ferman dibêje, Moskow peymanê vedikişîne jiber ku ew nema rastîyên heyî nîşan dide û herwiha potensyala xwe winda kirîye.

Ev biryar tê kirin, tenê çend rojan piştî ku hikûmeta Amerîkî gotibû ku ew xwe ji karekî hevbeş ligel Rûsya jibo piştgirîya rêxistinên civaka sîvîl vedikêşe.

Berdevkeke Wezareta Derve ya Amerîkî roja Înîyê gote rojnamevanan, ev biryar hatîye standin jiber astengkirinên vê dawîyê yên hikûmeta Rûsî li ser civaka sîvîl.

Di mehên dawî de, Moskow jimareke rêxistinên ku ji alîkarîya Amerîkî sûd wergirtine, kirîye armanc.

Di meha 11’ê ji sala borî de, Rûsya Ajansa Amerîkî jibo Pêşvebirina Navneteweyî (USAID) ji Rûsya derxist û ev ajans bi wê yekê tawanbar kir ku maytêkirina karûbarên sîyaseta Rûsî dikir.

Ev îdîa ji alîyê Washington ve bi tundî hatîye red kirin.
XS
SM
MD
LG