În, 19 Meha Diwazde, 2014 Demê Xwecihî 22:48

Tirkîye

Termê Jineke Amerîkî li Stenbolê Tê Dîtin

Xanim Sierra li vê hotêla zer dima, berî ku winda bibe. Xanim Sierra li vê hotêla zer dima, berî ku winda bibe.
x
Xanim Sierra li vê hotêla zer dima, berî ku winda bibe.
Xanim Sierra li vê hotêla zer dima, berî ku winda bibe.
Raporên medya Tirk dibêjin, desthilatdaran termê jinekê dîtiye ku tê bawer kirin yê jineke Amerîkî. Berî mehekî jinek ji New Yorkê li dema bînvedanê li Stenbolê winda bûbû.

Polîs dibêjin ew lêpirsê vê dozê ligel 10 kesan bi kêmanî dikin.

Ajansa Anatolia ya nûçeyan ku ser bi dewletê ye dibêje, termê jineke bi navê Sari Sierra roja Şemîyê li ba kavilên dîwarê bajarê kevin hate dîtin.

Ajansa Anatolia dibêje ku term ligel serîyekî hatiye dîtin, li vê dema ku rojnameya Hurriyet li ser zarê polîsan dibêje ku reng e qurbanî heta mirinê hatibe kêr kirin. Sedema mirinê bi fermî nehatiye eşkere kirin.

Xanim Sierra ya 33 salî, dayîka du zarokan bû. Ew 21’ê meha yekê winda bûbû.

Zanyarên derbarê cihê wê bala raya giştî li Tirkîyê kişandibû, jiber ku windabûna tûrîstan dîyardeyeke kêm tê dîtin.

Polîsên Stenbolê yekîneyeke taybet jibo dîtina wê danîbû.
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd Connection 19 DEC 2014i
|| 0:00:00
...  
🔇
X
19.12.2014 22:24