Yeşem, 19 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 05:24

Îraq

Teqînên Xwekujî li Îraqê Berdewam in

x
Mezinahîya nivîsê - +
Karbidestên Îraqî dibêjin, bi sedema êrîşeke xwekujî li dijî hêzên ser bi hikûmeta Îraqî bi kêmî ve 19 kes hatin kuştin.
 
Di wê teqînê de, ku roja Duşemê li bajarê Tacî qewimî, herwiha 40 kesên din birîndar bûn.
 
Li gorî karbidestan, êrîşbereke xwekuj bomba xwe teqand dema leşker û çekdarên ser bi hikûmetê rîz bibûn meaşî wergirin.
 
Êrîşa Xwekujî ya li Tacî rojekê piştî êrîşên Kerkukê bû.  Di wan êrîşan de herî kêm 15 kes hatin kuştin û 150 kesên din birîndar bûn.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--