Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê Giran yê li Paytaxt Sûrîyê Şam Didome


Dîmenek ji paytaxt Şam
Dîmenek ji paytaxt Şam
Serhildayên dijî Serokê Sûrî Beşar Esed, jibo roja duyê li ser hev, li paytaxt Şam şerî hêzên ewlekarîyê dikin.

Bizavkar dibêjin, şerê îro Pêncşemê li başûr û rojhilata paytêxt gur bûye û hêzên rejîmê bi topan êrîş dibin ser serhildayan.

Ajansa SANA ya dewletê ragihand ku “terorîstan” bi topên havan êrîş taxeke paytaxt Şamê kirin û bûn sedema kuştina jimareke hemwelatîyan.

Hêja yî gotinê ye ku hikûmeta Sûrî peyva “terorîst jibo serhildayan “bikar tîne.

Do Çarşemê şerekî dijwar li paytaxt Şam destpê kiribû ku Artêşa Azad ya Sûrî radigihand wê jibo azadkirina bajêr, dest bi operasyoneke nû kirîye.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan radigihîne ku pirtir ji 170 kes, roja Çarşemê di pêvçûnên seranser welêt de hatine kuştin.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, bi kêmî ve 60.000 kes ji Adar'a 2011'ê anku destpêbûna serhildana dijî Serok Beşar Esed de, li Sûrîyê hatine kuştin.

Neteweyên Yekbûyî herwiha dide zanîn ku bi sed hezaran Sûrî jî xwe spartin welatên cîran.
XS
SM
MD
LG