Yeşem, 26 Meha Deh, 2014 Demê Xwecihî 01:07

Îraq

Rikeberên Rejîma Îranê li Îraqê Hatin Kuştin

Endamên komela Mucahidînê Xelq ya Îranî li Îraqê.Endamên komela Mucahidînê Xelq ya Îranî li Îraqê.
x
Endamên komela Mucahidînê Xelq ya Îranî li Îraqê.
Endamên komela Mucahidînê Xelq ya Îranî li Îraqê.
Kampa komeleke opozisyona Îranê li Îraqê hate bombebarankirin.

Kampa mişextên ser bi komela Mucahidînê Xelq roja Şembî li nêzîkî balafirgeha navneteweyî ya Bexdayê rastî êrîşekê hat û bi kêmî ve şeş kes hatin kuştin û 40 kesên din birîndar bûn.

Neteweyên Yekbûyî ji hikûmeta Îraqê xwest ku selametîya nêzîkî 3,100 kesên ku di kampê de dimînin biparêze û êrîşberan desteser bike.

Hikûmeta Şîe ya Îraqê, ku li Îranê nêzîk e, Mucahidînê Xelq wek komeleke teroristî nas dike û dixwaze ku ew komele li Îraê nemîne.

Mucahidîn Xelq li salên 1960’an hate damezirandin li dijî rejîma Şah ya Îranê û piştî şoreşa 1979’ê xebata çekdarî li dijî rejîma Komara Îslamî destpê kir.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd Connectioni
X
11.10.2014 18:00