Çarşem, 19 Meha Şeş, 2013 Demê Xwecihî 10:24

Amerîka

Berf Hereketê li New York û Boston Radiwestîne

x
Mezinahîya nivîsê - +
Bi sedema pêleke bihêz ya berfê, hereket li bajarên New York û Boston rawestîya.
 
Herwiha rewşa awarte li wîlayetên New York, Massachusetts, Rhode Island, Connecticut û Maine hate ragihandin.
 
Şaredarê New York Michael Bloomberg roja Şembî got 30 sentîmetrên berfê li wî bajarî barîye. Herwiha li bajarê Boston, nêzîkî 75 sentîmetrên berfê barîye.

Nêzîkî 5,000 geştên esmanî yên balafiran hatine hilweşandin û hatin û çûna trênê bo bajarên Boston û New York hatîne sekinandin.

Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--