Pêncşem, 24 Meha Heft, 2014 Demê Xwecihî 18:58

Rojhilata Navîn

Alîgirên Partîya Desthilatdar li Tûnisê Xwepêşandanê Dikin

Alîgirên Partîya El Nehze ya Îslamî.Alîgirên Partîya El Nehze ya Îslamî.
x
Alîgirên Partîya El Nehze ya Îslamî.
Alîgirên Partîya El Nehze ya Îslamî.
Bi hezaran alîgirên partîya Îslamî ya desthilatdar roja Şembî hatine ser şeqamên Tûnisê, rojekê piştî bi dehan hezar kes xwepêşandan li dijî hikûmetê kirin.
 
Roja Înî şer û pevçûn li navbera xwepêşanderan û hêzên polîsî çêbûn, li dema binaxkirina rêberê opozisyonê Şukirî Bilîd.
 
Xwepêşanderan sloganên li dijî Îslamîyan bilind kiribûn û otomobîl şewitandin.  Karbidestên Tûnisî dibêjin ku 132 kes hatîne binçavkirin.
 
Bilîd, ku çalakvanekî opozisyonê yê sekular bû, heftîya bihurî li pêş mala xwe hate kuştin.
 
Malbata Bilîd partîya desthilatdar ya Îslamî bi kuştina wî tombetbar dikin.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Weşana Radyo-TVi
X
24.07.2014 14:00
Roja Duşemê, 23’ê meha Nîsanê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dest bi weşana radyoya dîmenî anku teleradyo kir. Guhdar û bînerên Dengê Amerîka dikarin bi zindî û tomarkirî bernameya radyoyî ya Dengê Amerîka temaşe bikin.