Şemî, 18 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 17:36

Îran

Ebasî: Peyamê Sîyasî di Filîmê Qubadî de Nîne

Şepol Ebasî: Rejîma Îranê sansor danaye ser berhehên Qubadî çinku ew karê xwe di çarçoveyê aydolojîya rejîmê de naket.

x
Mezinahîya nivîsê - +
Derhêner û sînemekarê Kurd Behmenî Qubadî mafê nîşandana filîmê wî yê dawî Werzê Kergedan da Pişka Farisî li Dengê Amerîka.  Qubadî got, girîng e Dengê Amerîka fîlmê wî nîşan bidet çinkû  fîlm ji layê hikûmeta Îranê ve hatîye qedexekirin. Filîm çîroka helbestvanê Kurdê Sahêl wêne diket, ku li dema şoreşa Îranê li sala 1979’ê hatibû girtin û piştî 30 slan hatî azadkirin û li jin û zarokên xwe digert. Di wê fîlmê de hundermenda navdar a Îtalî Monica Bellucci rola hevjîna Sahêl dileyize.
Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka hunermendê Kurd Şepol Ebasî got , filîmê Qubadî çi peyamên sîyasî nînin, lê rijêma Îranê sansor danaye ser berhehên Qubadî çikû ew karê xwe di çarçoveyê aydologîya rijêmê de naket. Jibo guhdarî kirina hevpeyvînê faîlê deng dagire.
Hevpeyvîn digel Şepol Ebasî
Loading
12:00:00 / -:--:--

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--