Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî 23 Salan, Geştên Esmanî li Navbera Îraq û Kuweytê Destpê Dikin


Berpirsê Birêveberîya Esmanîya Sivîl ya Kuweytê dibêje ku balafirên sivîl yên Îranê geştên xwe bo Kuweytê destpê dikin, bo cara yekemîn piştî hêzên dîktatorê Îraqî Sedam Husên li sala 1990’ê Kuweyt dagîr kir.

Fewaz El Ferahî dibêje ku geştên navbera herdu welatan roja Şembî destpê dikin.

Li gorî ajansa fermî ya Kuweytê ya nûçeyan, di her heftîyekê de çar geştên esmanî li navbera Îraq û Kuweytê pêk tên.

Ev biryar hate dan piştî Îraq razî bû ku 500 milyon dollaran wek ceza bide kompanya geştên esmanî ya Kuweytê, Kuwait Airways, jibo zîyanên gihiştîne wê kompanyayê dema dagîrkirina Kuweytê li salên 1990’ê û 1991’ê.
XS
SM
MD
LG