Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Em Piştgîrîya Gelên Rojhilata Navîn Dikin


Serok Barack Obama şeva Sêşemê gotara salane ya serokatîyê, State of the Union, pêşkeşî welatî kir.


Beşekê mezin yê gotara Serok taybet bû bi rewşa aborîya welatî. Serok ji Kongresê xwest ku reformên aborî ecnam bide û got niha baştirîn dem e ku herdu partîyên Demokrat û Komarî piştgîrîya reforma qanûna bacê bikin.


Derbarê rêbaza derve ya Amerîkayê, Serok Obama got li Rojhilata Navîn em pişgîrîya gelên wê herêmê dikin, dema ku ew gel xebatê dikin mafên xwe garantî bikin.


Serok Obama rêbaza navokî ya Koreya Bakur rexne kir û herwiha got ku em bi hemû rêyan bizavê dikin ku bersîngê Îranê bigirîn li bidest xistina çekên navokî.


Serok gotara xwe li pêş herdu civatên Kongresê pêşkeş kir û bi rêya televizyonê li seranserê welatî hate weşandin.


Li gorî destûrê Amerîkî, pêdivî ye ku Serok li Kongresê amade be û gotarê derbarê rewşa welatî pêşkeşî Kongres û gelê Amerîkî bike.

XS
SM
MD
LG