Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Divê Em Aborî Jinûve Bivejînin


Serokê Amerîka Barack Obama îro Çarşemê berê xwe dide bajarê Asheville li eyaleta North Carolina da ku xalên gotara xwe ya salane.

Gotara Serok Obama do Sêşemê li ber Kongresê pirtir bal da xurtkirina aborîya sist ya welêt.

Serok Obama di gotara xwe de got, “erka nifşê me ye ku çîna navîn careke din pêşveçûna aborî vejîne.”

Serokê Amerîkî Barack Obama girîngî da peydakirina derfetên nû bo kar.

Serok Obama got, “Em hikûmeteke mezin naxwazin, lê yeke jîrtir ku ewlehîyan jibo xwe deyîne dixwazin. Ew e tiştê ku em lê digerin. Ewlehîya me ya yekê ew e ku em Amerîka bikin qada afirandina kar û hilberîna berhemên nû.”

Birêz Obama hişyarî da ku kêmkirina xercên hikûmetê, yên ku destpê bikin eger Kongres negihişt rêkeftinekê, dê xeterê bixe ser amadebûna artêşê, pêşketina aborî qels bike û rê li ber ewlehîyên wekî, perwerde, enerjî û lêkolînên saxlemîyê bigire.

Serok Barack Obama herwiha bang li Kongresê kir ku ku bernivîsên li ser du mijarên germ pesend bike, ew jî kontrolkirina çekan û reforma koçberîyê ne.
XS
SM
MD
LG