Sêşem, 21 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 22:46

Herêmên Kurdan

Şandeyeke Payabilind ya YNK’ê Giheşt Tirkîyê

x
Mezinahîya nivîsê - +
Şandeya Partîya Yekîtîya Niştîmanî Kurdistan (YNK), îro Çarşemê bi mebesta çend hevdîtinên taybet bi payebilindên Tirkîyê re bike, giheşt paytaxta Tirkîyê, Enqerê.

Şandeya YNK’ê îro piştî hevdîtina li Koşka Çankaya serokomarîyê, bi Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul re, sibe Pêncşemê jî bi Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu re dicive.

Tê ragihandin, dibe ku şandeya YNK’ê di vê serdana xwe ya 2 rojî de, bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re jî bicive û roja Înîyê jî li Enqerê civîneke rojnamevanî derheqa hevdîtinan de saz bike.  

Heyeta 5 kesî ya YNK’ê bi seroktîya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK û Alîkarê Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Kosret Resûl hevdîtinan pêk tîne.

Di di nav heyetê de, Berpirsê Îdarî yê YNK’ê Mele Bextîyar, Endamê Komîteya Navendî yê Seroktîya YNK’ê Xosrew Gul Mihemed û Nûnerê YNKê yê Enqerê Bahroz Gelalî cî digirin.

ST_2_13_13
Loading
12:00:00 / -:--:--
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--