Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Krîza Siyasî li Tûnis Ziyanê Digihîne Aborîya Welêt


Bazara Kevnar li Tûnisê
Bazara Kevnar li Tûnisê
Tûnis- Li dema ku girjîya sîyasî li Tûnis piştî kuştina rêberê opozisyonê Chokrî Belaid berdewam dike, hestek peyda bûye ku pêşketin di dîtina çareyekê de jibo problemên aborî de tune ye.

Şoreşê li Tûnis destpê kir piştî ku firokşarekî mêwîyan agir bi xwe xist, wekî protesto li dijî karbidestê ku kişka wî ya firotinê girtibû.

Du sal piştî wê rojê, serokê berê yê Tûnisê çûye lê dijwarî li welêt hîn maye.

Par, rêjeya dahata hewmelatîyan li Tûnis bi 3 ji sedî zêde bû, lê bilindbûna nirx û bêkarî gelekî bilind in. kompanîya Coficab rojane bi hezar kîlomteran şirêtên elekrtîkî çê dike.
Rêberê wê yê giştî, Hichem Elloumi herwiha Cîgirê Serokê Komela Karmendan e. Birêz Elloumî dibêje gelek kêşe hene.

Rêjeya 80 ji sedî ji derfirotên Tûnis dirin Yekîtîya Ewropayê. Lê jiber ku aborîya gelek welatên Ewropa hatiye hev, derfirotina Tûnis zehmet bûye.

Gelek hemwelatî dibêjin ku siyasetvanên Tûnis gelekî ji wexta xwe bi gotûbêjên li ser pêşeroja welêt winda dikin, li şûna ku kêşeyên heyî çareser bikin.

Gelek Tûnisîyan hêvî dikirin ku krîza siyasî ya 2011’an bûye beşek ji dîrokê. Lê nuha ew dixwazin siyasetvan bilez dawîyê li xeleka herî dawî ji vê rewşê bînin.

Jibo guhdarîkirina vê raportê bi dengê Sîrwan Qiçço, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG