Pêncşem, 23 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 14:02

Cîhan

Teqîna Neyezekekê li Rûsya Bêtirî Hezar Birîndarî li Dû Xwe Dihêle

Dema ku neyzek dadiket erdêDema ku neyzek dadiket erdê
x
Dema ku neyzek dadiket erdê
Dema ku neyzek dadiket erdê
Mezinahîya nivîsê - +
Desthilatdarên Rûs dibêjin ku melevan ketin nav goleke qeşayî, wekî vekolîn jibo parçeyên neyzekeke mezin ku li Çiyayên Ural da, lê wan tiştek nedîtin.

Rûniştvanên herêma Chelybinsk li Rûsya nizanîbûn çi bikin dema ku neyzekeke 10 ton sibeha Înîyê çirisî û bi hêza 20 bombeyên navokî teqîya.

Di encama teqîna neyzekê de bi hezaran pencerên malan şikestin, avahî wêran bûn û bêtirî 1,100 kes birîndar bûn. Wezareta Hundir ya Rûsya got ku piranîya birînan jiber parçeyên camê yên firyayî pêk hatine.

Fermandarê wê herêmê got ku wêranbûn bi nêzîkî 33 milyon dolar tê texmîn kirin.
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--