Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Qayde Berpirsîyarîya Xwe Hember Teqînên Îraqê Ragihand


Komeleke ser bi El Qayde berpirsîyarîya xwe hember zincîreka teqînan li paytextê Îraqê ragihand.

Komela Dewleta Îslamî ya Îraqê roja Duşemê ragihand ku êrîşên Bexdayê pêngaveke tolhildanê bûn wek bersivek jibo tepeserkirina Sunnîyan ji layê hikûmetê ve.

Di wan teqînan de ku li taxên piranî Şîe pêk hatin, bi kêmî ve 28 kes hatin kuştin û 100 kesên din birîndar bûn.

Teqînên herî mezin li bajarê Sedir yê paytexta Îraqî bûn. Herwiha teqîn li taxên Meamîl, Husênîye, Kemalîye, Kerrade, Seyîdîye û şeqama Felestîn qewimîn.
XS
SM
MD
LG