Şemî, 18 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 20:37

Sûrîye

Ji ICC Hate Xwestin Lêkolînê li ser Tawanên Şerî li Sûrîyê Bike

x
Mezinahîya nivîsê - +
Endameke komisyona Neteweyên Yekbûyî ya vekolîna nakokîya Sûrîyê dibêje, pêwîst e bang li Dadgeha Tawanan ya Navneteweyî (ICC) were kirin da ku tawanên şerî li Sûrîyê vekolîn bike.

Carla del Ponte roja Duşemê got ku divê Civata Ewlekarîya NY û civaka navneteweyî biryarekê bistînin ka dê gelo vedîtinên komisyonê li Sûrîyê rakirin dadgeha tawanan.

Komisyon radigihîne, raporta wî ya dawî li ser bingeha hevdîtinên ligel 400 qurbanî û dîdevanên ji Sûrîyê revîyane hatîye kirin. Vekoler nikarin derbasî Sûrîyê bibin.

Raporta dawî ya komisyonê rexneyê li rejîm û serhildayên Sûrîyê, lê bêtir rejîma Sûrîyê wekî berpirsa sereke dibîne.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--