Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa: 15 Mîlîtanên Îslamî li Bakurê Malî Hatine Kuştin


Fransa dibêje, hêzên Malî’yî û Fransî do Pêncşemê herî kêm 15 mîlîtanên Îslamî kuştin, di şerê jinûve wergirtina avahîyên hikûmetê de, li bajarê Gao ya li bakurê Malî.

Wezareta Berevanîyê dibêje, 2 leşkerên Fransî û 4 ên Malîyî di wî şerî de birîndar bûne ku li dora avahîyê rêvebirîya xwecîhî û xanîyê bajarvan gêş bibû.

Mîlîtanên Îslamî pişkek ji gruba Tevgera jibo Yekîtî û Cîhadê li Afrîkaya Rojava anku MUJAO ne.

Ew rêxistin yek jî 3 grubên Îslamî ye ku bakurê Malî jibo 10 mehan rêve dibir, heta ku hêzên Malîyî û Fransî ew herêm meha borî jinûve girtibûn bin kontrola xwe.

Bervkê Wezareta Berevanîyê Malî’yî Colonel Diarran Kone ji Dengê Amerîkayê re got, tevî ku bajarê Gao hatibe azad kirin jî, hîn deverên bajêr mane ku xirabkar lê hene.
XS
SM
MD
LG