Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîbutî Amadekarîya Hilbijartinên Parlamanê Dike


Hilbijêrên li welatê Cîbutî ya li Rojhilata Afrîkayê, jibo hilbijartinên parlamanê diçin ser sindoqan.

Ev cara yekê ye di nav 10 salên borî de ku hilbijartin li Cîbutî têne kirin, bi beşdarbûna partîyên opozîsîyonê.

Ji sala 1977’an vir ve ku hîngê Cîbutî serxwebûna xwe ji Fransayê wergirtibû, ti endamên opozîsyonê ji parlamanê re nehatin hilbijartin.

Pispor dibêjîn, dibe ku berbijarên 3 partîyên rikeberîyê vê carê bikaribin tekevin parlamanê.

Hêjayî gotinê ye ku li parlamana Cîbutî’yê bi giştî 65 kursî hene û mafê nêzîkî 200.000 hemwelatî heye kuli 480 navendên hilbijartinê dengê xwe bikar bînin.

Serokê Komîsyona Hilbijartinê Abdî Îsmaîl Hirsî ji Dengê Amerîkayê re got, pirtir ji 60 çavdêrên navnetewî hilbijartinan bişopînin.

Serkê Cîbutî Îsmaîl Omer Geulleh demeke zûtir ya vê hefteyê partîyên opozîsyonê sucdar kiribû û gotibû ku ew jibo ewlekarîya Cîbutî’yê gefe ne.

Îsmaîl Omer Geulleh desthilata welêt, li sala 1999’an ji xalê xwe wergirtibû.
Cîbutî welatekî biçûk e û bi giştî 900.000 kes lê dijîn.
XS
SM
MD
LG