Duşem, 08 Meha Duyem, 2016 Demê Xwecihî 11:00

    Îran Xercîyên Hikûmetê Kêm Dike

    Zevîyeke neftê li ÎranêZevîyeke neftê li Îranê
    x
    Zevîyeke neftê li Îranê
    Zevîyeke neftê li Îranê
    Îran dibêje ku plana wê ya butçeya niştimanî bi rêjeyeke mezin spartina welêt bo dahatên petrolê kêm dikin ku ew bixwe jî jiber sizayên aborî yê Rojava gelekî lawaz bûye.

    Serokê Îranê Mehmûd Ehmedînejad derengî Şemîyê di gotareke televizyonî de got ku hikûmeta wî dê daketina dahata petrolê bi birîna xercîyan  û zêdekirina bacan serrast bike. Ev biryar di destpêka sala Îranî de karîger dibe ku dikeve 21ê meha Adarê.

    Bo demeke dirêj, Îranê xwe dispart firotina petrolê jibo dora 80 ji sedî ji dahatên wê yên diravên biyanî.

    Dahata Îranê ji derfirotina petrol û gazê di encama sizayên navneteweyî de bi rêjeya 45 ji sedî daketîye.
    Ev forume hate girtin.
    Şîrove
         
    Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.