Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Hizbullah Gef li Kurdên Îraqê Xwar


Baghdad, Iraq map
Baghdad, Iraq map
Rojnameya El Heyat ya Erebî, ku baregehê wê li Londonê ye, radigihîne ku rêberê komela Hizbullah ya Îraqî gef li Kurdan xwar.

Di hevpeyvînekê de ligel El Heyat, rêberê Hizbullah ya Îraqê Wasiq El Betat dibêje bila Kurd hizir nekin ku jiber bêhêzîya hikûmeta Nûrî El Malikî, herêma xwe berfireh bikin.

El Betat dibêje ku ew rê nadin Kurd deverên parêzgehên Kerkuk, Musil, Dîyale û Selaheddînê kontrol bikin.

Wî got eger Kurd bi sînorê niha yê Herêma Kurdistanê razî nebin, emê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihok jî ji wan bistînin.

El Betat dibêje hejmara çekdarên komela wî ji milyonekê derbas bûye, ku 100 hezar ji wan çekdaran Sunnî ne.
XS
SM
MD
LG