Pêncşem, 31 Meha Heft, 2014 Demê Xwecihî 13:34

Cîhan

Castro Dixwaze Sala 2018'ê Dest ji Serokatîya Kûbayê Berde

Serokê Kûbayê Raul Castro (rast) û birayê wî Fidel Castro, serokê berê yê Kûbayê.Serokê Kûbayê Raul Castro (rast) û birayê wî Fidel Castro, serokê berê yê Kûbayê.
x
Serokê Kûbayê Raul Castro (rast) û birayê wî Fidel Castro, serokê berê yê Kûbayê.
Serokê Kûbayê Raul Castro (rast) û birayê wî Fidel Castro, serokê berê yê Kûbayê.
Serokê Kûbayê Raul Castro, yê ku jinûve hatîye hilbijartin, dibêje ew plan dike piştî gera xwe ya duwem li sala 2018’ê ji dest ji serokatîyê berde.

Serokê 81-salî ev gotin kirin, piştî ku Civata Niştimanî ya Kûbayê ew jibo 5 salên din hilbijart. Civatê herwiha birêz Miguel Diaz Canel Bermudez, yê 52-salî, wekî cîgirê yekê yê birêz Castro destnîşan kir.

Serok Castro yê ku cihê birayê xwe yê nexweş Fidel Castro girt li sala 2008’ê , berê jî banga sînorkirina dema serokatîyê bo du gerên pênc sal jibo rêberên Partîya Komunîst û hikûmetê kiribû.

Li gera xwe ya yekê wekî serok, birêz Castro hinek reformên sînorkirî wekî rahiştina astengîyan ji ser sefer û milkê şexsî  pêk anîbû.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Weşana Radyo-TVi
X
31.07.2014 14:00
Roja Duşemê, 23’ê meha Nîsanê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dest bi weşana radyoya dîmenî anku teleradyo kir. Guhdar û bînerên Dengê Amerîka dikarin bi zindî û tomarkirî bernameya radyoyî ya Dengê Amerîka temaşe bikin.