Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dana Xelata Oscar Bo Fîlmê Argo Rexne Kir


Ben Affleck, derhêner û aktorê fîlmê 'Argo'.
Ben Affleck, derhêner û aktorê fîlmê 'Argo'.
Televizyona dewletê ya Îranê bidestxistina xelata Oskar ji alîyê filmê ‘Argo’ red kir û got ku ev propogenda ye jibo ajansa sîxurên Amerîkî (CIA).

Filmê Argo çîroka êrîşa li ser balyozxaneya Amerîka li Tehranê ya sala 1979’ê nîşan dide ku yekser piştî serkeftina şoreşê pêk hatibû.

Di wê êrîşê de 52 karmendên balyozxaneyê jibo dema 444 rojan hatibûn êxsîr kirin.

Lê belê çend karmend wê çaxê ji avahîya balyozxaneyê revîyabûn û ji alîyê balyozê Kanadî li Tehranê hatibûn veşartin.

Paşê ji alîyê karmendekî CIA ve bi dizî ji Îranê hatibûn derxistin.

Hikûmeta Îranê radigihîne derhêner û berhemdarên filmê Argo dîrok guhertine û çîrok li gorî berjiwendîya xwe bikaranîne.
XS
SM
MD
LG