Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry Dixwaze Opozisyona Sûrîyê li Civîna Romê Beşdar Be


Wezîrê Derve John Kerry, roja Duşemê li Londonê,
Wezîrê Derve John Kerry, roja Duşemê li Londonê,
Wezîrê Derve yê Amerîkî daxwaz ji opozisyona Sûrîyê kir ku beşdarî di civîneke taybet bi kirîza Sûrîyê li Romê bikin.

Associated Press radigihîne ku birêz Kerry roja Duşemê li Brîtanyayê ji Muaz El Xetîb, rêberê hevalbendîya opozisyona Sûrîyê, xwest ku li civîna Romê amade be, li gorî karbidestekî Amerîkî.

Komela serekî ya opozisyonê, Hevalbendîya Niştîmanî ya Sûrîyê, xwe ji civînên navneteweyî vekêşa jibo protestokirina helwêsta cîhanê hemberî tawanên ku li dijî gelê Sûrîyê pêk tên.

Hevalbendîya opozisyonê roja Şembî ragihand ku li civîna ‘Hevalên Sûrîyê’ li Romê beşdar nabin û vexwendinên Moskow û Washingtonê jibo civînan red dikin.

Di daxuyanîyekê de Hevalbendîya Niştîmanî ya Sûrîyê “bêdengîya navneteweyî” hember kuştinên ku rojane li Sûrîyê pêk tên rexne kir û ragihand ku “ev bêdengî wek beşdarîya wan e li du salên tundûtûjîyan.”

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry roja Duşemê ligel Serokwezîrê Brîtanî David Cameron û Wezîrê Derve William Hague kom bû.

Birêz Kerry herwiha ligel rêberên Almanya, Fransa, Îtalya, Tirkîyê, Misir, Erebistana Saudî, Îmarat û Qeterê kom dibe di yekem geşta xwe ya derveyî Amerîka de wek wezîrê derve.
XS
SM
MD
LG