Çarşem, 03 Meha Neh, 2014 Demê Xwecihî 02:59

Sûrîye

Opozisyona Sûrîyê Helwêsta Xwe Guhert

Ahmed Muaz El Xetîb.Ahmed Muaz El Xetîb.
x
Ahmed Muaz El Xetîb.
Ahmed Muaz El Xetîb.
Rêberên hevalbendîya opozisyona Sûrîyê dibêjin ku ew li konferanseke navneteweyî ya taybet bi Sûrîyê li  Romê beşdar dibin, piştî ku hevalbendîyê ragihandibû ku ewê konferans û civînên navneteweyî boykot bikin.
 
Di peyamekê de, Ahmed Muaz El Xetîb serokê Hevalbendîya Niştîmanî ya Sûrîyê ya opozisyon ragihand ku rêberên hevlbendîyê biryar dan ku li konferansa ‘Hevalên Sûrîyê’ beşdar bin.  Ew konferans vê heftîyê li Îtalyayê birêve diçe.
 
Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry jî roja Duşemê daxwaz ji opozisyona Sûrîyê kir ku beşdarî di civîna Romê ya taybet bi kirîza Sûrîyê de bikin.

Hevalbendîya opozisyonê roja Şembî ragihand ku li civîna ‘Hevalên Sûrîyê’ li Romê beşdar nabin û vexwendinên Moskow û Washingtonê jibo civînan red dikin.
 
Di daxuyanîyekê de Hevalbendîya Niştîmanî ya Sûrîyê “bêdengîya navneteweyî” hember kuştinên ku rojane li Sûrîyê pêk tên rexne kir û ragihand ku “ev bêdengî wek beşdarîya wan e li du salên tundûtûjîyan.”
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd Connection #119 Fulli
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
21.08.2014 11:24