Yeşem, 19 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 14:49

Herêmên Kurdan

Parlamenter Bavî: Divê Çeperê Pêşîyê yê Gelê Kurd li Bexdayê Be

Dr. Hemîd BavîDr. Hemîd Bavî
x
Dr. Hemîd Bavî
Dr. Hemîd Bavî
Mezinahîya nivîsê - +
Parlamenterekî Îraqî dibêje ku pêdivî ye danûstandinên berdewam li navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê her hebin jibo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û hikûmeta navendî ya Îraqê.

Dr. Hemîd Adil Bavî dibêje ku divê civateke danûstandinan li ser astê Kurdistanê pêk bihêt û hemû hêzên sîyasî di wê civatê de beşdar bin.

Parlamenter Bavî herwiha dibêje ku “divê çeperê me yê pêşîyê li Bexdayê be, ne li Hewlêr û Kerkukê, da em bikaribin xwe rabigirin û her nexweşîyek hebe em li Bexdayê çareser bikin û rê nedin ku ew nexweşî bikeve di Kurdistanê de.”

Birêz Bavî herwiha di wê bawerê de ye ku gava Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî pirsgirêka xwe ligel Sunnîyan çareser kir, “armanca wî ya duwê her dê Kurd bin û dê hêrişê kete ser berjewendîyêt miletê Kurd.”

Hevpeyvîn bi Parlamenter Hemîd Bavî re
Loading
12:00:00 / -:--:--
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--