Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran û P5+1 li Kazaxistanê Kom Dibin


Karbidestên şeş welatên mezin yên cîhanê û Îran kom dibin da programa wê ya navokî ya kêşebar gotûbêj bikin. Ev gera danûstandinan ya herî dawî ye jibo nîşandana nîgeranîyên Rojavayê ku Îranê çekên navokî ava dike.

Di kombûna roja Sêşemê de li bajarê Almatî li Kazaxistanê, grupa P5+1 beşdar dibin ku ji Amerîka, Brîtanya, Fransa, Rûsya, Çîn û Almanya pêk tê.

Tê çaverê kirin ku hêzên cîhanê hinek cezayên li dijî Îranê hilînin, eger Tehranê qebûl kir hin çalakîyên xwe yên zaxkirinê rawestîne.

Îran dibêje, programa wê ya navokî jibo mebestine aştîyane ye, lê gelek welatên cîhanê xembar ew birastî çekên navokî ava dike.
XS
SM
MD
LG