Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Sansûrkirina Ser Înternetê Hiltîne


Di vê hefteyê de, biyanî li Koreya Bakur dikarin malperên Twitter, Facebook û malperên din yên medyaya civakî bi rêya telefonên xwe yên mobîl bikar bînin.

Pêleke agahîyên li ser Twitter û wêneyên li ser Instagram ji Koreyayê hatine derxistin, piştî ku kompanyaya Koryolink tora xwe ya 3G ya nesansûrkirî ragihand.

Ev gav hate kirin çend hefteyan piştî ku Koreya Bakur bi awayekî neçaverêkirî ragihandibû ku ewê rê bide kesên biyanî telefonên xwe yên mobîl bînin nav welêt.

Koreya Bakur berê li biyanîyan ferz dikir ku alavên xwe yên peywendîyê li ba gumrikê deynin dema derbasî welêt dibûn.

Dihate zanîn ku Koreya Bakur piranîya malperên gelêrî sansûr dikir û rê nedida hemwelatî û bîyanîyên ku li welêt dijîn hemû malperan vekin.

Hinek pispor bawer dikin ku ev yek nîşana hêvîyekê ye ku serokê nû yê Koreya Jim Jong Un hêdî hêdî sansûrê ji ser bikaranîna înternetê rake.
XS
SM
MD
LG