Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

85 Milyar Dollar ji Budceya Federalî Hat Kêmkirin


Serok Obama, yê Demokrat, û Serokê Civata Nûneran John Boehner, yê Komarî.
Serok Obama, yê Demokrat, û Serokê Civata Nûneran John Boehner, yê Komarî.
Serok Barack Obama biryarek îmze kir û li gorî wê biryarê 85 milyar dollar ji budceya hikûmeta federal ya Amerîkî dihête kêmkirin.

Nakokîya navbera Kongres û Seraya Sipî bû sedem ku xercîyên hikûmeta federal bi awayekê jixweber kêm bibe.

Pêdivî bû ku rêberên Komarîyan û Demokratan heta roja Înî lihev bikin û planeke alternatîv amade bikin jibo kêmkirina lengîya budceya hikûmetê.

Di gotarekê de roja Şembî, Serok Barack Obama got ku kêmkirina xercîyan cêbû çunkî Komarîyên Kongresê di wê bawerê de ne ku parastina berjewendîyên dewlemendan girîngtir e li parastina malbatên leşkeran û malbatên ku astê jîyana wan navendî ye.

Demokratan dixwest ku ligel kêmkirina xercîyan hikûmeta federalî, bacê dewlemendan bê zêdekirin. Lê belê Komarî li dijî zêdekirina bacê derketin.
XS
SM
MD
LG