Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Çînê Soza Şerê Gendelîyê Dike


Hikûmeta Çînê soz da ku şerê gendelîyê bike, jîngehê baştir bike û aborîyê vejîne, li dema rûniştina salana ya parlemana welêt îro Sêşemê lidar dikeve.

Bi hezaran şand ji seranserî Çînê li Pekîna paytext kom bûn li jêr ewlekarîyeke giran ji alîyê polîsan ve. Rûniştina parlemanê 13 rojan dirêj dike.

Serokwezîrê dema wî qedîyayî Wen Jiabao di vekirina rûniştinê de raporta dawî ya karê hikûmeta xwe pêşkêş kir. Wî got, Çîn rastî karekî zehmet tê jibo serrastkirina mezinbûna aborîya welêt ya nebalanskirî û newekhevîya dahatên xelkê.

Birêz Wen herwiha got ku armanca mezinbûna aborîyê îsal 7.5 ji sedî ye û hikûmetê dê jibo wê yekê kar bike ku asta nirxên aborî bilind nebe. Xercîyên berevanî jî dê bi rêjeya 11 ji sedî zêde bibin.

Li dema vê kombûnê, berpirsê Partîya Komunîst ya Çînî Xi Jinping bi fermî serokatîyê ji serokê berê Hu Jintao werdigire. Li Keqiang jî dê cihê birêz Wen Jiabao wekî serokwezîr bigire.
XS
SM
MD
LG