Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Mai Mai 35 Kesan li Komara Kongoyê Dikujin


Tîma aştîparêz ya Neteweyên Yekbûyî li Komara Demokratîk ya Kongoyê dibêje, bi kêmî 35 kes di êrîşeke serhildayan de li başûr rojhilata welêt hatine kuştin.

Di daxuyanîyê de tîma NY dibêje ku şervanên koma cudaxwaz ya Mai Mai roja Şemîyê bi das û tîrk û kevanan êrîş kirin ser bajarokê Lubumbashi, paytexta parêzgeha Katanga ya ku bi nehasê dewlemend e.

NY dibêje, bi kêmî 35 kes di encama tundûtûjîyê de hatine kuştin û 54 kesên birîndar bûne. Di nav birîndaran de şervanên serhilda jî hene.

Daxuyanî herwiha dibêje, dora 245 şervanên Mai Mai piştî êrîşê bajarok radest kirin.
XS
SM
MD
LG