Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nelson Mandela Careke din li Nexweşxanê ye


Serokê berê yê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela careke din li nexweşxanê ye ku jiber enfeksîyona pişikê were derman kirin.

Daxuyanîya ofîsa Serok Jacob Zuma dibêje, birêz Mandela derengîya Çarşemê ji nexweşxanê hate rakirin, jiber jinûve hatina heman enfeksîyonê.

Rêzdar Mendela li meha 12 Berfanbarê, bi qasî sê hefteyan li nexweşane mabû.

Serokê Afrîkaya Başû Jacob Zuma jî îro Pêncşemê saxî û silametî jî birêz Mandela re xwest û hêvî kir ku ew di demeke nêzîk de qenctir be.

Birêz Zuma dîyar kir, ew pêbawer e ku tîma saxlemî dê hemî tiştên pêdivî bike ku serokê berê û wergirê Xelata Nobelê bigeheje saxlemîya xwe.

Birêz Mandela yê 95 salî li seranser cîhanê wek sembolê azadî û aştî û lihevkirina civakî tê nasîn.
XS
SM
MD
LG