Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Nîjerya 14 Mîlîtanên Berguman Dikuje


Artêşa Nîjeryayî dibêje, leşkerên wê îro Yekşemê 14 mîlîtanên berguman kuştin.

Artêş dide zanîn ku hêzên wê demeke zûtir ya îro, li bajarê Kano ya bakur êrîş birin ser malekê ku mîlîtan lê hebûn.

Karbidestên leşkerî dibêjin, di operasyonê de leşker hate kuştin û yekî din jî bi giranî birîndar bû.

Agahîyên artêşê ji alîyê jêderên serbixwe ve nehatin piştrast kirin.

Operasyon li hember gruba tundrê ya Îslamî, Boko Haram hate kirin.

Ew grub tê sucdar kirin ku gelek caran di eydên Krîstîyanan de êrîşan li dijî Mesîhîyan pêk tine.
XS
SM
MD
LG